Bugun...


Av. Nevzat Yünaçtı

facebook-paylas
Şêr Şêr e; Ha Jin e, Ha Mêr e
Tarih: 08-03-2022 12:05:00 Güncelleme: 10-03-2022 10:48:00


Kürt Atasözü: “Aslan aslandır, dişisi erkeği fark etmez”

(Ji Bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî/ 8 Mart Dünya Kadınlar Günü Münasebetiyle)

Ev gotina pêşiyan çavdêrî û ceribîneke kûr û dûr nîşan dide. Gotineke sade û nermik e lê bi derbik e. Ji xwe gotinên pêşiyan bi teql û tijî ne. Ev gotin bi piranî hunerê kînayeyê dihewînin. Kînaye wek hunerekî edebî ye ku têkildarê bi mecazê ye. Li ser rastiya bûyereke xwezayî tê gotin lê merem û meqsed, maneya wê ya mecazî ye. Ew mane jî şîretekê yan hişyariyekê tîne ziman. Wek mînak di vê gotina pêşiyan de tête ravekirin ku di şêrtiya şêran de nêrbûn û mêbûn firq nake. Yaniî seçilmişa wan tu cudahî û bandorekê li ser wêrektî û jêhatîbûna wan çênake. Îcar di vir da merem û mesele ne şêr in, mesele însan in. Mîsal û mînak şêr in lê meqsed însan e. Yanî şêro ez ji te ra dibêjim, însano tu bibhîse.

Em di belgefilman (belgesel) da dibînin ku bi rastî jî wêrekî, cesur û jêhatibûna şêremakan/ şepalan, ne kêmî ji ya şêremêran e. Heta gelek caran şepal ji şêremêran çalaktir in, jêhatîtir in. Îcar gava em di ronahiya pênaseya hunerê kînayeyê da li vê gotina bi mecaz binêrin, tê xuyan ku xaye û armanc ji vê mînakê şêr in, . însan camêr be, jin û mêr firq nake; ezîz e, delal e.  Wisa însan gava ne însan be, ha jin e ha mêr e, ew jî firq nake; rezîl e, xirabhal e.

Hê çendîn sal berê gava min ev gotina pêşiyan bihîst, pir bala min kişand. Paşê min çavê xwe li gotinên bi vî rengî yên di zimanên din de gerand, bi qasî zanîn û karîna xwe, lê gotineke ku rol û qedrê jinê evqas wecîz û rewnaq îfade bike, min nedît. Ji ber ku gotinên pêşiyan li ser hafizeyeke hevpar, tecrubeyeke şaristanî derdikevin holê, bi rastî meriv serbilind dibe û îftîxar dike bi pêşiyên xwe û bi zimanê xwe ku xwedî cewherên bi vî rengî ne

Ji zûda ye ku min dixwest li ser vê gotina pêşiyan binivîsim. Îcar îsal û sala par du wefatên zêde xemnak û hezîn qewimîn di mala me de. Her du jî jin bûn. Bandora van her du wefatan hê jî li ser min in. Vêca van her du hedîseyan, girîngî û hêjayiya vê gotinê bêhtir bi min dan fêmkirin. Lewma ez dixwazim vê gotinê di mînak û nimûnedariya van her du canikan de şîrove bikim. Da ku ev ji wan û ji wefatkiriyên me tevan re bibe duayekî rehmetê û her wisa jî bibe qedirşînasî û wefadariyekê yan jî bibe kefaretekê ji ber xavti, hovtî û hanzotiya me ya qaşo  mêrane.

Hevkariya mêr û jinê ji destpêka însaniyetê heta îro her berdewam e. Ka gelo Hz Adem beyî Hz. Hewayê tê bîra meriv, tê fikirîn? Ew a ku hevsera însan û pêxemberê ewwil Hz. Adem. Hevala cennetê, hevderda wî ya qurbeta dunyayê. Yan jî Hz. Meryem a Umaranî ya dayka pêxemberê ûlulezm Hz. İsa. Sebat û îffeta wê ya bi esalet, sekna wê ya ezîzane qet tê jibîrkirin? Onun wisa xanima pêxemberê axirzeman Hz. Xedîce. Jina sere û li ser xwe, dosta roja teng, dilê henûn û destê şefqetê ji bo Hz. Muhammed. Yan jî nimûneyên ji tarîxa me Kurdan ku ew jinên hêja yên ji xanedana dewleta Eyûbîyên Kürt ku medrese û waqfiyeyên ilm û tehsîlê dane çêkirin. Yan jî Helîme Xatûna ku li Gewaş/Westanê

Hukumdarî kiriye li ser navê Hukumeta Kurd a Hekariyê. Yan jî Mestûre Mah Şeref Kurdistanî ya ku di alema Îslamê de dîrokzana pêşîn e û hwd…

Ez nimûneyên din ên tabloya rûmetê û îftixara beşeriyetê hewaleyî hafize û tetkîka we bikim û werim ser du şêrejinan ku nimûneyên ji rêzê yên civata me ne: Dayka min di dawiya meha Remezanê da çû ber rehma Xwedê. Xwedê rehma xwe li wê û li miriyên we bike. Çawa ku Ustad Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî dibêje: “Muelimê meriv ê pêşîn û herî bi tesîr, dayka meriv e.” Her kes gava li heyata xwe binhêre, dê rastiya vê yekê bibîne. Ez jî hê teze fêmber bûm û nebûm, min di heyata xwe da ew mielimtî û tesîra diya xwe dît. Di rakirina sibê zû şefeqê de ji bo çûyîna mektebê, zor û zecra ku didît ji bo danxebata me ya liders û dewran yanî spartekên malê. Tê bîra min bavê min ewqas guh nedida me. Lê dayka me, Tirkî ji xwe nizanibû, nivîs û xwendina wê tunebû, lê hema wisa di heyra xwendina me de bû.

Piştî qedandina lîseyê em di salên nodî de ji bo haziriya Universiteyê dixebitîn li bajarê xwe yê Kopê ya Mûşê. Wê demê îmkana çûyîna dersxaneyan jî pir tunebû. Lewma ez li malê, xwe bi xwe dixebitîm. Diya min her roj wek miellimekê dihat li ser min ra disekinî û dipirsî “tu îro rind xebitî yan na?” Ez nexebitiyama jî min pirî cara digot “erê.” Eger aqilê wê bi xebata min a wê rojê nebiriya, digot na kurê min, “Tu bi vê qûşê naçî Mûşê” Vê gotina wê wek rastiyeke tahl pir li min tesîr dikir. Ez poşman dibûm, dihatim xîretê û min dest bi xebatê dikir. Kifşe ku ev gotina han ji bo yên li dervayî Mûşê yan jî dûrî Mûşê ne, kînaye ye bo gihaştina bi meqsedekê. Ew “qûş” jî, a di wê gotinê de derbas dibe, qawîşeke ku bi zînê hespê ve girê didin û binê poçika hespê re derbas dikin. Da ku zîn di serbejêran de neşiqite ser hustiyê hespê. Paşê ez di romaneke Kurdên Kafkasyayê de jî rast hatim. Min dît ku versiyoneke vê gotinê ya wek “Tu bi vê meşê naçî Mûşê” jî heye. Îcar beriya wefata diya min, em ji Mûşê gava diçûn Kopê ji bo serîlêdana wê, min jê re digot “dayê te pirî digot 'Tu bi vê qûşê naçî Muşê' em çûn li Wanê, Stenbolê, Mardînê û viram de wê de geriyan; axirî em zivirîn hatin Mûşê û aniha di universiteya Mûşê da me û dixebitim. Xwedê zane ev tev duayê te ne.” Ew jî kêfxweş dibû û bi ken digot: “Erê Kurê min, ma qey xerabî bû. Ê şukur wa rind bûye”

Her kî destê xwe bide ser wijdana xwe û rind bala xwe bide serguzeşta heyata xwe, dê bibîne ku duayê dayika wî wek melekê siyanetê li dû wî ye û xêr û bereketê tîne pêşiya wî. Min bi xwe jî çendîk û çend caran ev yeka han dîtiye, her  Xwedê bizanibe. Tenê mînakekê bibêjim: Nizanim li ba we heye yan na; lê li ba me û li hin herêmên Kurdan edetek heye. Navikên zarokên nû bûyî davêjin nava zeviyan, dixin nav qulên dîwarên goma pez û tewleya dewaran, nav sûra dikanên çarşiyan, yan davêjin nav sûra camî û medreseyan. Wuhareng dê û bav êdî ji bo wî zarokê xwe çi bixwaze, yanî gava ew zarok mezin bû û çi kar û mesleg û meşxele jê re bivê; örneğin rêncberî, cotkarî, ticaret yan ilm, xwendin û hwd., li gorî ya dilê xwe, navika zarokê davêje wî cihê eleqedarê bi wî meslegî. Li gor tecrubeyên mezinan ev yek gelek caran jî eynî wisa jî diqewime. Kifş e ku ev hafta duayekî dê û bavê yê li ser zarokê, rehmeta îlahî celb dike. Îcar gava Xwedê ez dame, dayika min navka min dide avêtinê nav sûra dîwarê medreseya camiya gundê me Hemzeşêxê.

Ez hê zarokê ber şîr û ber bistanan bûme di hembêza dayka xwe de, bi nexweşîneke giran ketime. Ji ber ku birayekî min ê beriya min bûyi, hê piçûktî nexweş dikeve dimire,

lewma dayka min ji vê nexweşiya min pir ditirse û awha ehd û nezir dike: “Ya Rebbî eger ev zarokê min bimîne, ez ê wî bavêjim camî û medreseyan”. Heqîqeten bi xêr û bereketa vî duayî, ez her bi ku de çûme, medrese-mekteb, camî-cemaet, weqf-cemiyet û hwd. derkevin peşiya min. Em jî ji xêr û bereketa wan îstifade dikin. Piştî qedandina unîversiteyê min wezîfeya meslekî ya resmî û zewac û mewac bi çend salan paşve xist û ez tenê bi karê weqf û telebeyan re eleqedar bûm li Stenbolê. Îcar dayka min digot: lawê min… êdî bes e, were bikeve îş û karekî, bizewice, bibe mal û şênî; em murweta te jî bibînin”. Min digot: “dayê Xwedê ji te razî be, ne te ji bo min dua kiriye. Va ye şukur Xwedê eynî tişt nesîbê min kirine, êdî çi dixwazî.” Dibişirî û digot: “Kurê min erê min ji Xwedê xwestibû lê min evqas jî nexwestibû, ev qas bes e.” Tabî paşê ew dua û daxwazên wê yên din jî nesîb bûn û wê ew murwet jî dît. Xwedê Teala xêr û bereketa duayên dayîk û bavên me li ser me hemiyan berdewam bike û hemûyan bi rehma xwe şa bike.

Nimûneya duduyan, Biraziya min a rehmetî, Menfîye keça kurapê min bû. Em zûda ji gund derketibûn, hatibûn nav bajêrê Kopê, qezaya Mûşê û ji wir jî derketibûn xurbetiyê. Ewana li gund bûn, li Hemzeşêxê. Lewma min zarên kurapanên xwe salê carê didît yan nedidît.

Gava em li Stenbolê bûn hê nehatibûn Mûşê, Menfiye jî ji bo Lîseyê bixwîne tê Kopê. Hevalekî min ê Mamoste heye, xwendevanên Nûbiharê wî nas dikin. Hin caran nivîsên wî di Nûbiharê dekevin derdi. Metin Dilxêrî. Sax be, rojekê telefonê min kir. Got: “Biraziyeke te bi navê Menfiye Yünaçtı telebeya me ye, pir jêhatî û delal e. Min hin nivîs û kitêbên te û xanime te Gulistan xanimê danê. Pir kêfxweş bû”. Piştî vê telefona Mamoste Metin, em li ya Menfiyeyê geriyan, me ew tebrîk kir. Menfiyeyê Kovara Nûbiharê û hin kitêbên din jî ji me xwestin. Me jê re şandin. Çendek şûnda me dît ku Menfiyeyê mektûbek ji me re şandiye Stenbolê û dibêje:

“Apê min î hêja û ezîz,

Her Xwedê dizane ez çiqas şa bûm ku min gava kitêb û kovar hildan. Ez ê hemûyan bixwînim. Hin maqaleyên te û kitêba amojina min a bi navê “İtirafçı” mamoste Metin dabûn min, min ew xwendibûn. Bi rastî min pir ecibandin. Min zewqek mezin jê girtin. Êdî nizam ji ber ku nivîsên te bûn yan ji ber ku Kurdî bûn; min ji tu nivîsekê evqas lezzet hilnedabû. Bi rastî şahî û şadiyek mezin e ku meriv bi zimanê xwe bixwîne. Ez pir dixwazim we bibînim û di derheq nivîsên we de bi we re xeber bidim. Xasseten pir dixwazim amojina xwe nas bikim. Kitêba amojna min pir bala min kişand. Ez bi we îftixar dikim. Êdî ez dizanim ku ez ji bo tiştekî dixwînim û dijîm. Êdî rêya min rêya we ye. Mînakên min hûn in. Îşaallah ez ê layiqî we bibim û hêviyên we bînim cih. Ez ê pir bixebtim, pir bixwînim. Da ku ji însanên xwe re, welatê xwe re faydedar bibim. Ji bo ku universiteyeke rind qezenc bikim, min ji aniha ve dest bi xebatê kir jî. Li xwe û li Yusuf Rêzanê piçûk baş binêrin. Silametiya Xwedê li ser oluruz.”

Menfiyeyê çawa ku got, wisa jî kir. Unîversîteya Agiriyê beşa PDR(Beşa Rêberî û Şêwirmendiya Psîkolojîk) qezenc kir. Lê sed heyf ku di sinifa ewil û serdema pêşîn de, di rojên îmtihanên fînalê de gava ji kampûsê tê nav bajêr, ji servêsa Universiteyê peya dibe û gava bi hevalên xwe re derbasî wî aliyê rêdibin, erebeyek tê lê dıkeve û ruhê xweteslîmî Rehman dike. Ew bi wê masûmiyeta xwe înşaallah çû cennetê.

Min xwest ku ciwanên me haya wan ji qehremanên awha hebin. her wisa ew cewherên me yên wek xwendin, ziman, bawerî û însaniyet ku Menfiye jî ew di ciwaniya xwe de nas kiribûn, bibe mijara mereq û mijûliya wan(ciwanan). Wan îdeal û xeyalên wê yên nivcû mayî temam bikin. Ruhê Menfiye û yên wek wê jî bi wan re bijîn û ruhên wan di qebra wan de şad bibe.

Çawa ku pêşiyên me gotine “Ji bo xatirê çavekî hezar çav tên hezkirin”, bi rastî ez jî her ciwanekî me, xasma yên keç û xasma jî yên ku telebeyên unîversîteyê ne, wek Menfiyeyê dibînim. Her ku ez dikevim dersê, di sûretê wan telebeyên xwe biraziya xwe ya Menfiyeyê dibînim. Ji Xaliq re şukurdar im ku ew jî min xeyalşikestî nakin û piraniya wan wê nêrîna min tesdîq dikin.

Not: Ev nivîs di hejmara 146an a Kovara Nûbiharê ya di sala 2019an de  hatiye weşandin.



Bu yazı 3857 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUM
Yorum

YAZARIN DİĞER YAZILARI

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARŞİVİ
GAZETEMİZ

Henüz anket oluşturulmamış.
nöbetçi eczaneler
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI