Bugun...


Hêmin Zerdeşt

facebook-paylas
Li Xwe Xwedîderketin û Piştguhkirin
Tarih: 05-09-2021 19:08:00 Güncelleme: 05-09-2021 19:08:00


Dîroknas J. M. Roberts dibêjê, “Zarokên mirovan dîrokê çêdikin, hinek caran vê, bi zanebûyî pêk tînin. Dîsa jî vê bes bi malzemeyê di destê xwe ve, bi ramanên bi xwe û kesên din jê bawerin, bi perspektîfên mimkûn û nemimkûn ve, bi kurtasî bi şertên derdorê û rabirdûyê ve pêk tînin.” Dema min ev gotina vî dîroknasî dixwend, ez li ser mizgefta Elaeddîn Beg difikirîm. Heyfa min bi mizgeftê û halê Kurdan dihat. Min kîtabeya mizgeftê ya bi tîpên latînî nedît, tunebû yan li ber çavê min neket, nizanim. Seyahê Amerîkî di sedsala nonzdehan de ku tê Mûşê, hefya xwe bi pireyên li ser çemên bajêr tîne, dibêje “Ev avahiyên antîk, ji ber bêxwedîbûnê kavil bûne.” Ji çemên Mûrad û Avareş derbas dibe. Dema nêzîkî bajêr dibin, dibêje, “Ku ji aliyê bakûr ve nêzîkî Mûşê dibin, bi şiklekî ecêb, pir romantîk dixûyê.” Û bi van gotinan şayesandina bajêr dike:

“Di nava çal û mirtikên çiyayan de, milên wî yên ku li derva ne û li hember çelahiya li hember xwe, hinekî li jorê wekî ku ji aliyê bilindahiyekî ve dor lê hatiye pêçan û ji dûrî çavan li kêleka bilindahiyekê de dimîne. Xêncî belekiyên berfê yên ku teva havînê nehelandiye, lûtkeyan bilind û rût bûn. Di derva û hundirê kendava çiyayan de dora girên sor bi lavlavkan ve xemilandî bû û îtibara ku bajarok li ser disekinî bi keleheke hilşîyayî ve hatibû taçdarkirin.” (r. 194)

Wekî gelek tiştên ku 1837an de Horatio Southgate dibîne, ji wê keleha hilweşiyaye jî tu tiştek nemaye. Qaşo ji betonê tiştek eletewş şûna wê de çêkirine jî, wekî pêkenokekê li jora bajêr di bin siya avahiyên TOKÎyê de wekî tiştekî sûnî, veşartî maye.

Ew bêxwedîbûn û pîsiya bajêr, îro çawa mirovên di sedsala bîst û yekem de li Mûşê dijîn aciz dike, di sedsala nozdemîn de jî bi van peyvan di berhema Southgate de hatiye îfadekirin: “Lê dîmena ku ji dûr ve di dilê mirovan de hestên xweş şiyar dikin, bi ketina hundirê mekanê ve winda dibe. Kuçe pîs, bêpergal û xilo xaro ne, avên pîs di kolanan de berjêr diherikin. Çarşiyên girtî tunin; çend dezgehên ji nîzam û dîmenên xweş dûr, xirab raxistî û bi navên ji rêzê hene. Çemê ku bi guregur ji nava çiyayan dizê, di nava newala li rojhilatê bajêrok de diherike, diçe tev li Avareş (Karasu) dibe.” (r. 194)

Di sedsala bîst û yekem de jî şarederiya Mûşa xwedî du çem û çend bendavan, di nav bajêr de di orta havînê de avên navmalê dibire. Hê jî bi rêkûpêk pergaleke ava xwarinê li bajêr tune.

Southgate bahsa dêreke Ermeniyan dike ku îro pêşiya dêrê ji aliyê avahiyên TOKÎyê ve hatiye girtin. Wekî xirbeyeke bêkes û bêxwedî, li benda “tunekirina” xwe ye, wekî gelek berhemên dîrokî…

Southgate diçe mizgefta ku ji dêreke kevnar veguhestine mizgestê û Kurd wê wekî medrese bi kartînin. Îro gelo çend Kurdên Mûşî dizanin ku ew mizgefta îro di dema Osmaniyan de medreseyeke Kurdan bûye?

Southgate derbarê rêveberiya bajêr de dibêje “Bajêr girêdayî paşayê Erzûrûmê ye. Mûş jî ji aliyê paşayekî di rutbeya asta duyem de tê îdare kirin. Ev paşatî du sed sal e di destê heman malbata Kurd de ye.” (r. 199) Wê demê jî wezîfa paşatiyê Emîn Paşa pêk tîne. Ji ber ku di dema ziyareta wan de Emîn Paşa li havîngeha xwe, li zozanan bûye Southgate Emîn Paşa nabîne. James Brant yê ku wê demê Konsolosê Îngîltereyê yê Erzûrûmê ye û piştî Horatio Southgate wî jî rêwîtiyek li çend bajer û bajêrokê Kurdan pêk aniye, di rapora vê rêwîtiyê de behsa Mûşê jî dike, di xebata ya di derbarê rêwîtiya xwe de agahiyên vê malbatê û paşayê Mûşê dide. Dibêje: “Nêzîkî gundê Sikawahê, di zimanê Ermenîkî de di wateya ‘çiyayê wekî nîskan gilover’1 de bi navê Osp-polur girek heye. Serokekî Kurdan yê bi navê Alaaddîn Beg, li hember hêzên hukumetê yên ku ji bona azadiya ji xwe re înşa kiriye hilşînin tên ser wî, li ser vî girî berxwedaneke serkeftî nîşan daye. Alaaddîn Beg, binyadkerê malbata Emîn Paşayê Mûşî ye. Girê jî, ji vê bûyera ku dibêjin sed sal berê pêk hatiye, navê xwe hildaye.” (Brant, 2014: r. 25) Brant dibêje min ew ji hatinên wî yên Erzûrûmê nas dikir û dema diçe Mûşê jî bi Emîn Paşa re hevdîtinekê pêk tîne. Di derbarê malbatê de dibêje,

“Bavê Emîn Paşa ji aliyê paşayê Erzûrûmê ve hatiye serjêkirin û wê demê Emîn Paşa panzdeh salî bû û birayê wî yê piçûk Xurşîd Beg jî di pêçekê de bûye. Du birayên din yên Emîn Paşa hene: Begê Bilîsê Şerîf Beg û begê Xinûsê Mûrad Beg. Paşa bi bejna xwe ya ji 1.80 metroyê dirêjtir ve mirovekî bedew e; xwedî heman heybetê nebin jî, birayên din jî mirovên qenc in. Hemû jî wekî şerwanên wêrek û xwedî huner xwedî îtibar in û ji ber rutbe û mezîyetên wan ên şexsî, malbata wan jî di heremê de xwedî nîfuzekî (otorîteyekê) ye.” (Brant, 2014: r. 28)

Di sedsala nonzdemîn de her çiqas xêncî çend dêr û mizgeftan, zêde avahiyên balkêş tunebin jî, Southgate û Brant behsa avahiya malbata mîrê Kurd, Emîn Paşa dikin. Southgate pir pesnê vê avahiyê û sûr û kuleyên wê jî dide. Dibêje dema di dagirkirina Ûrisan de, Ûris tên di vê avahiyê de bicîh dibin û zirarê nadin gel, ji ber vê jî gel li hember wan bi mînet diaxive (r. 199-200). James Brant ji Southgate zêdetir li ser vê avahiya malbata paşa disekine. Ji lewre di ziyareta xwe de Emîn Paşa wî dawetî vê avahiyê dike û Brant diçe û lê dibe mêvan û bi van gotinan seraya Emîn Paşa û avahiyên din terîf dike:

“Tam di wê saetê de Serokçawûşê paşê ji bona ku min bibe gundekî bi navê Mogiyunk (Tirkiya wê Soğucak2e) ku qasî kîlometreyek û nîv dûrî bajêr e. Seray avahiyeke mezin, çar koşe û li her koşeyê wê jî kûleyên ku ber bi jorê teng dibin bû. Bîna, di şiklê qonaxa paşayên berê ku nêzîkî kampa me bû, hatibû înşakirin. Ev seraya nû di demeke nêzîk de ji aliyê Emîn Paşa ve hatibû çêkirin” (Brant, 2014: r. 27) Gelo îro çend Kurdên Mûşî ji vê berhema dîrokî agahdar in û cih û qiymeta wê dizanin? Yan jî em bibêjin gelo ji vê avahiya bi îhtîşam çi gîhîşt îro?

Di kovara Rojî Kurd de rewşenbîrê Kurd Abdullah Cevdet (1869-1932) dibêje, “Miletên ku rabirdûya xwe nizanin, nikarin ji xwe re pêşerojekê înşa bikin.” Di derheqê bajêrekî ku piraniya niştecihên wê Kurd in, serokê şarederiya wê Kurd e lê tu çalakiyeke xwe de cih nade çand, ziman û dîroka gelê xwe, dê dîrok çi hukmê bide? Gelo ev atmosfera paşguhkirina çand, ziman û dîroka xwe li Mûşê heta çi wext dê bidome?

Ji bo berhemên navborî:

James Brant, 1838 Yazında Kürdistan İngiltere'nin Erzurum Başkonsolosu James Brant'ın Kürdistan Seyahati Notları, Çeviri: A. Celil Kaya, Weşanên Rûpel, İstanbul, 2014.

Horatio Southgate, Narrative of a Tour through Armenia, Kurdistan, Persia, and Mesopotamia, Two volumes, New York, 1840.

Di sedsaliya wê de Rojî Kurd, Amadekar: Koma Xebatên Kurdolojiyê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.

J.M. Roberts, Avrupa Tarihi, çeviri: Fethi Aytuna, İnkılâp Yay., İstanbul, 2020.

1 Tirkiya îro de Mercimekkale.

2 Nîşeya edîtoriya wergera Tirkî.



Bu yazı 2809 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUM
Yorum

YAZARIN DİĞER YAZILARI

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARŞİVİ
GAZETEMİZ

Henüz anket oluşturulmamış.
nöbetçi eczaneler
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI