Ava Mûradê zaf gur e
Li ser erda ra digere
Hem dirêj e hem jî kûr e
Di deştan da dizivire
Navê wê li tiştan tere
Yek ji wan “Murat Haber” e
Li nav Kopê da digere
Dixwînin wê per û per e
Tu her hebî li dunyayê
Hem rind î hem jî xuyayê
Av dikî gul û giyayê
Rê nadî her car peyayê
Mûrad navekî pir xweş e
Masî jî tê da dimeşe
Ava wê her dem dikişe
Derdorê wê tev zebeş e
Pira wê zaf zaf kevin e
Kevrê wê tev wek hesin e
Gel di ser ra tên terine
Hem dirêj e hem mezin e
Süleyman YAKUT