Bugun...


Ümit IŞIK

facebook-paylas
FOLKLOR Û GEL
Tarih: 03-12-2021 08:59:00 Güncelleme: 03-12-2021 09:00:00


Folklor ji du peyvan pêk tê; folk:gel û lore: zanist an jî lêkolîn. Di dîyalektên kurdî de ji bo peyva folklorê “zanista gel”, “zargotin”, “xelqnasî”, “zanistîya şarî”, “gelnasî”, “pendê gel”, “zanîna gel” û hwd tê gotin.

Folklor, ji zayinê heya mirinê, hemî hêmanên çanda di jiyana mirovan de, bi awayekî zanistî berhev dike, li ser wan lêkolîn dike, wan dinirxîne, şîrove dike û bi vî şêweyî çanda gel nîşan dide (Pertev.R). Her zanist di bingeha xwe de analîz û sentezan dike. Di vê çarçoveyê de bingeha xebatên çandî yên zanistî tê çêkirin. Di navbera çandan de sentez û analiz, cudahî û hevbeşiyan tîne ziman. Di jiyan û hişmendiya civakê de ol û oldarî, derrûnnasî, felsefe, bawerî, çand û huner, pergalên civatan û gelek qadên din û çanda civakî pêk tînin. Di vî warî de folklor, xwedî cihekî taybet e û di pêkhatina çanda civakê de, xwedî rolekî bingehîn e.

Bi gotara Alan Dundes berê yên ku dijiyan gel bû yên anniha jî gel e, yên ku li gund dijîyan jî gel bû yên ku li bajar jî dijîyan gel bû û bi vî gotara xwe folklorê; Efsane, Mît, Çîrokên gelêrî, Çîrçîrok, Çîrvanok, Xeberoşk, meselok, metelok, Destan, Dengbêjî, Gotinên pêşiyan û Biwêj, Kilam û stranên gelêrî, Pêkenok, Heyranok, Qewlerk, Tiştanok/Mamik, Zûgotinok, Lawik, Lawje, Lorîk, Nifir, d’ia û beddu’a, Bîr û Baweriyên Gelêrî, Şîn/Taziye, Rojên taybet, Cejn, Jidayîkbûn,Navlêkirin, Zewac û Dawet, Mirî definkirin, Têkiliyên malbatî, Mêvantî, Merivantî, Cîrantî, Beytariya gelêrî, Xwarin û Vexwarin, Stêrknasiya gelêrî, Meteorolojiya gelêrî, Cil û berg yên ku li ser van beşan xebitiye dikeve nav kevana folklorê gotiye.

Dîroka berhevkirina materyalên folklorê bi qasî dîroka neteweyên cihanê kevn e. Dîroka folklorê em dikarin wek xebatên beriya 1846an û xebatên piştî 1846an bikin du beş. Lewra tê zanîn ku bêjeya folklorê wek peyv û bi awayekî zanistî cara yekem di sala 1846an de ji aliyê William James Thoms di kovara “Athenaeum” ve hatiye bikaranîn.

Folklor di nav netewek de belav e. Pêwendiyeke gelek xurt di navbera folklor û gel de heye. Ji ber vê ji bo folklor gund, bajarok, bajar çavkaniyên herî giring in. Wek gotara Celadet ‘Alî Bdirxan “folklor” zanîn an zanîsta gel e. Di nav civaka kurdan de gel, bi têgeha “xelk” tê zanîn û gotin. Ev girêdayîyê erdnigariyêye ku wiha tê pêş me: “Xelqê Mûşê”, “Xelqê qedirnas” ,“Xelqê Farqînê” ,“Xelqê Kopê” ,“Xelqê Milazgirê” ,“Xelqê Serhedê” ,“Xelqê Botan” û hwd. Di tesewira civaka kurdan de rêveber an jî esîlzade bi serê xwe wekî komeke gel nehatine dîtin. Ew bi piranî bi aîdiyeta xwe eşîrî an ji herêmî derdikevin pêş me.

Em dikarên naveroka folklorê di çar beşan de binav bikin;

1) Edebiyata Gelêrî; Efsane, Mît, Çîrokên gelêrî, Çîrçîrok, Çîrvanok, Xeberoşk, meselok, metelok, Destan, Dengbêjî, Gotinên pêşiyan û Biwêj, Kilam û stranên gelêrî, Pêkenok, Heyranok, Payîzok, Qewlerk, Tiştanok/Mamik, Zûgotinok, Lawik, Lawje, Lorîk, Nifir, d’ia û beddu’a, Şîn û hwd.

2) Bîr û Baweriyên Gelêrî; Baweriyên der barên ajal û rihekan de, Baweriyên der barên sirûştê de (ba, baran, brûsk, erdhej û hwd.), Baweriyên der bareyê hêzên awarte (Xwedê, cin, pîrhewok, şeytan û hwd.), Baweriyên der bareyê kesên navdar (Xocê Xizir û hwd.), Kiramet, tirbe û cihên ziyarete hwd.

3) Adet û Tore; Rabûn û rûniştin, Şîn/Taziye, Rojên taybet, Koçkirin, Nezer û çav, Mêvandarî, Jidayîkbûn, Navlêkirin, Zewac û dawet, Sinetkirin, Mirî definkirin, Têkiliyên malbatî, merivantî û cîrantî, Qedrê hespan, Berbûk, Kirîvatî, sûndxwarin, konên kurdan, Xerîbî hwd.

4) Zanyarıyên Gelêrî; Beytariya gelêrî, Xwarin û Vexwarin, Nexweşî û hekîmtiya gelêri Zanyariya giyayên şîfabexş, Stêrknasiya gelêrî, Meteorolojiya gelêrî, Zanyariya erdnîgariyê, Fehl, sêhêr, Şîroveyên xewnan, Maddeyên sirûştê de hwd.



Bu yazı 2455 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUM
Yorum

YAZARIN DİĞER YAZILARI

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARŞİVİ
GAZETEMİZ

Henüz anket oluşturulmamış.
nöbetçi eczaneler
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI